
Ji bo tîmên girêdayî Daîreya Polîsan a Şaredariya Bağlarê semînerek bi navê "Erk û Desthilatên Polîsan" hate lidarxistin.
Daîreya Polîsan a Şaredariya Bağlarê ji bo karmendên xwe semînerek bi sernavê "Erk û Desthilatên Polîsan" li dar xist. Semîner ji hêla Midûrê Polîsan Mehdî Aydın ve hate pêşkêşkirin. Semîner di çarçoveya rêzikname û qanûnên polîsên şaredariyê de hate lidarxistin û bi berfirehî li ser avahiya rêveberiyên herêmî û bingeha qanûnî ya xizmetên polîsan hate sekinandin.
Semîner li ser awayê rêkxistina desthilat, erk û berpirsiyariyên rêveberiyên herêmî ji hêla Qanûna Şaredariyan ve, rola şaredariyan di pêşkêşkirina xizmetguzariyê de û pozîsyona polîsên şaredariyê di vê çarçoveyê de sekinî.