Di 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de, li Navenda Zarok û Malbatê ya Pirarmanc a Narînê ya ku girêdayî Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan e, çalakiyek hat lidarxistin.Li ser mafê zimanê zikmakî ku yek ji mafên zarokan e hate bi bîr xistin. Zarokan bi hev re çîrok û çîrvanokên kurdî xwendin.
Di 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de, li Navenda Zarok û Malbatê ya Pirarmanc a Narînê ya ku girêdayî Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan e, çalakiyek hat lidarxistin.
Li ser mafê zimanê zikmakî ku yek ji mafên zarokan e hate bi bîr xistin. Zarokan bi hev re çîrok û çîrvanokên kurdî xwendin. Di çalakiyê de girîngiya mafê her zarokî yê fêrbûna bi zimanê xwe yê zikmakî, xweîfadekirin û jiyandina çanda xwe hate diyarkirin.
Ji ber Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, ji bo balê bikşînin ser mafên zarokan û di vî warî de hestyariyê çêbikin, wê her hefte li Navenda Zarok û Malbatê ya Pirarmanc a Narînê çalakiyeke cuda were lidarxistin.