TR | KU
A- A+

Werzişvanên jin serdana Hevserokan dikin: Armanca me ew e ku em bêtir ciwanan bi werzişê ve girêbidin

09 کانوونی دووەم 2025

Piştî bidestxistina kûpaya şampiyoniyê, Tîma Jinan a Klûba Sporê ya U18 ya Şaredariya Baglarê serdana Hevserokan kir. Hevserokan Leyla Ayaz û Siraç Çelik diyar kirin ku armanca wan ew e ku ciwanan bêtir bi werzîşê bidin nasîn.

Tîma Basketbolê ya Jinan a Bağlar Belediyesporê ya U18, piştî ku di hemû maçên lîgê de bi ser ket, xwe neşikestî îlan kir û kûpa bi dest xist. Wan serdana Hevserokan Leyla Ayaz û Siraç Çelik kir. Werzişvanên ciwan kûpa pêşkêşî Hevserokan kirin û ji bo piştgirî û baweriya wan spasiya wan kirin.

Hevseroka Leyla Ayaz serkeftina werzişvanên ciwan pîroz kir û diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe bidomînin. Ayaz piştgiriya wan a bêdawî tekez kir û diyar kir ku armanca wan ew e ku bêtir ciwanan bi werzişê ve girêbidin.

Hevserok Siraç Çelik pîrozbahî li werzişvanan kir û ji wan re serkeftinên berdewam xwest. Çelik diyar kir ku ev destkeftî ji bo ciwanên din wekî model in û pabendbûna wan a gihîştina hemû ciwanan tekez kir.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button