TR | KU
A- A+

Li Qadê Xebatên Bênavber: Hilweşandina Avahiyên Kevn û Kavil Berdewam Dike

25 ئەیلوول 2026

​Bi xebata Gerînendetiyên me yên Karên Fenê û ya Avadanî û Bajarvaniyê, tespît û karûbarên pêwîst têne kirin, bi girtina tedbîrên ewlehiyê re hilweşandina wan pêk tên. ​Di vê çarçoveyê de, li taxên Şêx Şamil, Yunus Emre, Kaynartepe û Fatîhê hilweşandina 7 avahiyên kevn û kavil pêk hatin.

Şaredariya Rezanê, xebatên xwe yên hilweşandina avahiyên kevn û kavil berdewam dike ku li seranserê navçeyê ji bo ewlehî û derdorê xetereyê çêdikin.

​Ji bo ewlehiya canê welatiyan, bi ewlekirina qadên giştî û di taxan de afirandina hawirdoreke jiyanê ya baş û bi tendurist, em li qadê xebateke bênavber dimeşînin.

​Bi xebata Gerînendetiyên Karên Fenê û ya Avadanî û Bajarvaniyê, tespît û karûbarên pêwîst têne kirin, bi girtina tedbîrên ewlehiyê re hilweşandina wan pêk tên.

​Di vê çarçoveyê de, li taxên Şêx Şamil, Yunus Emre, Kaynartepe û Fatîhê hilweşandina 7 avahiyên kevn û kavil pêk hatin.

​Ji bo parastina derdor û tenduristiya civakê û ji bo ku jin, zarok û hemû welatî di kolana xwe de, xwe di ewlehiyê de hîs bikin, em ê xebatên xwe berdewam bikin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button