28 ئەیلوول 2026
DEM Parti Kadın Meclisi öncülüğünde artan kadın katliamlarına dikkat çekmek ve mücadele çağrısında bulunmak amacıyla Bağlar ilçesinde basın açıklaması düzenlendi.
26 ئەیلوول 2026
Fûara Pirtûkan a 10’emîn a Amedê ya ku ji aliyê Koma Fûarvaniyê ya TUYAP’ê tê amadekirin, li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê dest pê kir.
Gerînendetiya Avadanî û Bajarvaniyê, piştî erdheja di 24ê Îlonê de ku navenda wê Pinarbaşiya Rihayê bû û li Amed û bajarên derdorê jî hat hîskirin, li qadê xebatên lêkolînê û tespîtkirina xisarê kirin. Tîmên me yên ku hemû giliyan nirxandin, li 16 navnîşanan lêkolîn pêk anîn. Di kontrolan de rewşa dawî ya avahiyan hat dîtin, rewş û xalên ku pêwîst hatin dîtin, ew hatin qeydkirin.
25 ئەیلوول 2026
Bi xebata Gerînendetiyên me yên Karên Fenê û ya Avadanî û Bajarvaniyê, tespît û karûbarên pêwîst têne kirin, bi girtina tedbîrên ewlehiyê re hilweşandina wan pêk tên. Di vê çarçoveyê de, li taxên Şêx Şamil, Yunus Emre, Kaynartepe û Fatîhê hilweşandina 7 avahiyên kevn û kavil pêk hatin.
24 ئەیلوول 2026
Ji aliyê tîmên Yekeya Çêkirina Rê ya Gerînendetiya Karûbarên Fenê ve ya Şaredariya me ya Rezanê, li Mezraya Sofî Xelîl ku girêdayî Karahanê ye xebatên çêkirina rê têne meşandin.
23 ئەیلوول 2026
Gerînendetiya me ya Park û Baxçeyan, ji bo zêdekirina qadên hêşîn û geşbûna bi tendurist a riwek û nebatan xebatên xwe berdewam dike. Tîmên me, di qada parkê ya ku li Taxa Bagcîlarê li Kolana 1146an de ye û nêzî 7 hezar û 500 metreçargoşe qada wê heye, li wê derê xebatên binesaziya avdanê dikin.
Zarokên ku beşdarî qursên avjeniyê yên li Mala Lîstik û Hewza Avjeniyê ya Zarokan a Solînê dibin, ku bi Rêveberiya Polîtîkayên Jinan ve girêdayî ne, hem fêr dibin û hem jî ji havînê kêfê digirin. Di demsala havînê de, 344 zarok û 107 jinan ji qursê sûd wergirtin. Serlêdanên ji bo dewreya nû ya qursan hîn jî vekirî ne.
22 ئەیلوول 2026
Wekî Şaredariya Rezanê, me di Konferansa 25'an a Çavdêriya Demokrasiya Beşdar a Navneteweyî (OIDP) de ku li bajarê Kraków ê Polonyayê hat lidarxistin, pêşkêşiya xwe ya bi sernavê "Participatory Budgeting Baglar Model: Your City, Your Budget, Your Decision - Modela Rezanê ya Bûtçeya Beşdar: Bajar ê te te, bûtçe ya te ye, biryar a te ye" pêk anî.
Hevşaredarê me Sîraç Çelîk, hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan beşdarî nobeta xwezayê ya ku li hemberî projeya GES'ê ya li gundê Cixsêya Pasûrê bûn.
19 ئەیلوول 2026
Politîkaya me ya rêveberiya herêmî ku di pêvajoyên biryardanê û hilberînê de beşdariya rasterast a gel esas digire, li qadê jiyanî dibe û dikeve meriyetê. Xebatên raxistina kevirên parkeyê yên ku li Yeşîldaliyê berdewam dikin modeleke ava kir û ev modela mînak a hilberîna kolektîf li Quliyê jî dest pê kiriye ku gundekî din ê navçeya me.