19 حوزەیران 2026
Li Navenda Jiyana Jinan a Rezxaneyê ya girêdayî Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan, amadekariya hevdîtinê ya karê Mêwan tên kirin.
Gerinendetiya Xizmetên Paqijkirinê ya me di bin dirûşmeya "Rezanek Paqijtir" de li taxan xebata xwe didomîne. Tîmên me li taxên Bağcılar, Yeniköy û Yunus Emre xebatên paqijkirinê yên berfireh pêk anîn.
18 حوزەیران 2026
Tora koordînasyonê ya ku di çarçoveya xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya me ya Rezanê û şaredariyên navçeyan ên li dijî tiryakîbûna madeyan de hatî avakirin, civîneke çapemeniyê li dar xist.
15 حوزەیران 2026
3yemîn Turnuvaya Tenîsê ya Kûpaya Rezanê, ku ji aliyê Rêveberiya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Rezanê ve hate lidarxistin, bi maçên fînalê bi dawî bû. Fînala ku 280 werzişvan ji 7 bajaran beşdar bûn, bi çalakiyên rengîn tijî bû. HevşaredarênAyaz û Çelik, diyar kirin ku ew ê bi hêza yekgirtî ya werzîşê berdewam bikin.
Li Pirtûkxaneya me ya Gel a Ferzad Kemanger me ji bo xwendekarên xwe yên ku beşdarî kursên me dibin, ezmûneke ceribandinê li dar xist. Ev jî ji bo ku tê de beriya YKS'ê atmosfera ezmûnê ya rastî biceribînin.
14 حوزەیران 2026
Maçên nîvfînalê yên mezintirîn turnuvaya tenîsê ya Amed, ku ji hêla Navenda Ciwanan a Rezanê ve di bin Rêveberiya Xizmetên Ciwan û Werzîşê ya me de hatî organîzekirin, hatin lîstin.
12 حوزەیران 2026
Modela Budçeya Beşdar a Rezanê, ku ji hêla Şaredariya Rezanê ve wekî gaveke dîrokî di rêveberiya herêmî ya demokratîk de tê bicîh kirin, li taxên Yeniköy û Yunus Emre tê jiyîn. Civîna yekem a pêvajoyê li Yeniköyê bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin. Gel pêşniyarên xwe anîn ziman.
Bağlar Belediyesi Fen İşleri Müdürlüğü, ulaşımı daha güvenli ve konforlu hale getirmek, halkın ihtiyaç ve taleplerini hızlı ve etkin şekilde karşılayabilmek amacıyla yol bakım ve onarım çalışmalarını sürdürüyor.
Zarokên ku beşdarî atolyeyên Navenda Zarok û Malbatê ya Pirarmanc a Narîn û Mala Lîstikê ya Zarokan a Solîn û Hewza Avjeniyê bûn, mezûnbûna xwe pîroz kirin.
11 حوزەیران 2026
Gerînendetiya Karên Paqijkirinê ya Şaredariye Rezan, bi dirûşmeya "Rezaneke Paqijtir" xebatên xwe li taxan didomîne.